03 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2015
Li nêzî qeraxê navçeya Fethiyeyê 58 penaberên sûriyeyî yên ku hewl dan derbasî Girava Rodosa Yewnanistanê bibin, hatin girtin.
Ekîbên Ewlehiya Qerax 20 mîl nêzî qeraxê Kendava Fethiyeyê tekneyeke gerê ya 20 mêtreyî da sekinandin.
Di tekneyê da 17 jê zarok 58 penaberên sûriyeyî hatin girtin. Penaberan hewl dida ku biçin Rodosa Girava Yewnanistanê.
Ekîbê Ewlehiya Qerax penaber li botê siwar kirin û anîn Fermandariya Ewlehiya Qerax ya Fethiyeyê. Li vê derî ava fêkiyan û kek îkramî penaberan kirin.
Hat gotin ku piştî qeyd û bendan wê penaberan bişînin Midûriya Ewlehiya Navçeyê.