06 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2016
VAN
Hat ragihandin ku li Gurpinara navçeya Wanê di encama teqîna teqemeniya destî ya ku endamên PKKya rêxistina terorê di qulerêkê da teqandin, çawişek pispor şehîd ket.
Li gor daxuyaniya walîtiya Wanê, ekîbên ku ji bo lêgerîna teqemeniyên destî û mayinan hatin wezîfedarkirin, ji bo kontrolê çûn herêma Fermandariya Qereqola Cendirmeyê ya Yalincayê ya navçeya Gurpinarê. Ekîban saet derdora 16.15an ji bo kontrola qulerêkê li nêzî mezraya Taşnacaka ser rêbeja Wan-Şirnexê ji wesayitan peyan bûn û peyatî lêgerîn kirin.
Di daxuyaniyê da cih dan van îfadeyan: "Teqemeniya destî ya ku berê di rê da hatibû veşartin, wexta kontrolê hat teqandin. Di teqînê da Çawişê Pispor ê Cendirme Taha Emre Zîlelîgîl şehîd ket. Ji bo qefaltina faîlên bûyerê xebat hat destpêkirin."