QUDIS
Îsraîlê hilbijartina xwe ya giştî pêşda hilda û hilbijêrên Îsraîlê îro di saet 07.00ê da dest bi dengdayînê kirin.
Li Îsraîlê qasî 6 milyonan hilbijêr hene, piştî biryara pêşdahildana hilbijartinê gel 21 meh şûnda dîsa diçe ser sandiqê. 11 partî beşdarî hilbijartinê bûn û dengdayînê di saet 07.00ê da dest pê kir û yê heya saet 22.00ê dewam bike.
Welat hemû ji bo hilbijartinê wek herêmek tê qebûlkirin û li Îsraîlê sîstema temsîliyeta birêje tê pêkanîn. Di hilbijartina îro da hilbijêr rayê nadin namzedan didin lîsteyên partiyan ên ku ji 120 kesî pêk tên.
Her parti qasî raya ku sitandiye parlementeran qezenc dike û dikeve meclisê. Li gor vê heke partiyek ji sedî 10 ray bistîne dibe xwediyê 12 parlementeran. Partiyek ji bo ku têkeve Knessetê di