Haydar Işik ê ku yek ji 31 kesên ku di avakirina "Parlemana Kurd a li Sirgûnê" û "Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê" de cih girt bi îdiaya "avakirin û rêvebirina rêxistina çekdar" ve hatin darizandin. Haydar bi "pêbaweriya destesernekirinê" ya ku dadgehê da îro ber nîvro ji Elmanyayê hat Enqereyê.
Işik ji Balafirgeha Esenbogayê ligel polêsan hat Edlîyeya Enqereyê û ligel parêzerê xwe Yûsif Alataş derket pêşiya 8emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya ku li dozê mêze dike.
Di dema pesendkirina nasnameyê de Îşik diyar kir ku di sala 1937an de li Nazmiyeya Dêrsimê ji dayîk bûye û wiha got: "Tu çalakiyeke min a derqanûnî tuneye."
Işik got ku ez jî beyana berşikên ku beriya niha dan qebûl dikim ku ew jî wiha ye: "Di parlemana ku hat avakirin de tenê xebatên akademîk kir, armanceke wî ya mîna perçekirina dewletê tuneye û tevî xebatên îllegal nebûye."
Parêzer Alataş jî ji bo muwekîlê xwe xwest ku biryara girtinê bê betalkirin.
Dadgehê jî biryara girtinê ya der heqê Îşik de betal kir û Îşik serbest berda.
- "Pir zehmet û êş e ku meriv nikaribe were welatê ku meriv lê hatiye dinê û mezin bûye"
Keça wî Yuksel Mutlu, lawê wî Mûrat Işik, bûka wî, zavayê wî, neviyên wî û parlementerê HDPyê yê Mêrdînê Erol Dora li Edlîyeya Enqereyê bi Îşik re bûn.
Işik piştî ku ji Edliyeyê derket hinekî hestyar bû û pêşî li hêstirên xwe negirt û wiha got: "Pir zehmet û êş e ku meriv nikaribe were welatê ku meriv lê hatiye dinê û mezin bûye."
Işik di daxuyaniya xwe ya ku da peyamneran de diyar kir ku ev 37 sal in ku ew nehatiye vî welatî û wiha pê de çû: "Digel ku min tu karên îllegal nekir, lê tenê min mafê Kurdan ên ku wan ji dayîka xwe anîne parast, ez rastî ewqas neheqiyê hatim. Dadgehê ev neheqî rakir û vê jî gelekî hêwî da min. Hêvîdar im ku ev hevî dê cihê xwe bide sîstmeke wisa ku tê de tirk, kurd û hemû gelên din bi hev re, bi biratî û wekhev bijîn. Tu eleqeya min bi tundiyê re tunebû. Min herwext fikr û hizrên xwe nivîsî. Ji ber vê qasê ez gelekî dilşad im."
Şûnde Işik ligel xizmên xwe ji edliyeyê veqetiya.