Hevseroka Giştî ya HDPyê Fîgen Yuksek û lijneya pê re, navenda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ziyaret kir.
Lijneya ku Kamûran Yuksekê Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Ertûgrûl Kurkçuyê Parlementerê HDPyê yê Îzmîrê di nav de bûn digel Yuksekdagê çûn Iraqê. Mele Bextiyarê Berpirsiyarê Biroya Siyasî ya YNKyê ew pêşwazî kirin.
Fîgen Yuksekdagê ji rojnamegeran re daxuyand ku, ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Tirkiyê dê bi partiyên siyasî yên li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) re hevdîtin bikin. Mele Bextiyar jî got ku li Tirkiyê rêya çareserkirina pirsgirêkan aştî ye. Bextiyar got ku ew dixwazin HDP di hikûmeta berwext a Tirkiyê de cih bigre û wiha axivî: "Ji ber vê yekê em bê şik û guman beşdarî kongreya AK Partiyê bûn."
Heyeta HDPyê piştî vê bi rayedarên YNKyê re civîn kir, civîn bê endamên çapemeniyê hat lidarxistin.