MANÎSA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu di 5emîn Kongreya AK Partiyê ya bajar de ku li Salona Sporê ya Ataturkê hat lidarxistin de axivî û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Selam ji Merkez Efendî re, ji Manîsaya bajarê şîfayê re selam, ji deşta Siltan re selam, ji Manîsaya xweşik re selam, selam ji Manîsaya şîn re be."
Serokwezîr qala bajarê Manîsayê ku di dîrokê de xwediyê cihekî girîng e kir û da zanîn ku dema behsa Manîsayê tê kirin, şêxzadeyên li Manîsayê di nav xerzan de digeriyan û paşê jî bûn serokê Dewleta Osmanî tên ber çavên wî.
"Dema AK Partî derket rê li welêt fetret hebû fetret"
Davutoglu destnîşan kir xelkê Manîsayê bi awayekî pir baş dizane ku li vî welatî kî li dewletê xwedî derdikeve û wiha pê de çû: "Bi referansa dîrokê dixwazim tiştekî bibîrbixim. Di Dewleta Osmanî de bajarê ku heyama fetretê bi dawî kir Manîsa ye. Li Osmaniyê çawa ku piştî 100 salî heyama fetretê qewimî di nêzbûna 100 salî de li Komara Tirkiyeyê jî di sala 2001î de heyama fetretê ya herî mezin li Tirkiyeyê qewimî, fetreta herî mezin. Hikûmet tunebû, hikûmet nikaribû bicive. Serokê sê koalîsyonan dihatin bal hev û daxuyanî didan. Civînên Lijneya Ewlehiya Neteweyî ji civînên hikûmetê zêdetir dihatin şopandin. Lewra biryarên ku di civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî de dihatin dayîn li welêt dihatin sepandin. Li welêt bi awayekî berbiçav hikûmet tunebû. IMFyê aboriya welêt birêve dibir. Siyasetê jî Lijneya Ewlehiya Neteweyî birêve dibir û polîtîkaya derveyê welêt jî ji bilî Qibrisê wê ve nediçû. Lê serokek û tevgerek derket, kadroyên AK Partiyê derketin. Di bin Serokatiya Alîkarê Serokwezîrê me Arinç û Serokomarê me birêz Recep Tayyîp Erdogan de AK Partî derket rê û wê demê li welêt fetret hebû. Me wê fetretê bi dawî kir. Em nahêlin ku ew fetret carek din bi vî welatî ve bê.
"Me ne li hemberî gef lê xwarinê stuyê xwe xwar kir û ne jî ji şantajan re..."
Serokwezîr Davutoglu demên derbeyên ku di Komara Tirkiyeyê de qewimîn jî wek heyamên fetretê nirxand û wiha dewam kir: "Ev 12 sale ku we li vî welatî qet bi tu awayekî qeyrana aboriyê dît? Heke hebe jî ew çeteyên paralel û zordest ên li dijî demokrasiyê ne xwestin tiştek wisa derbixin lê li hemberî wan AK Partiyeke ku serbilind û îstikrara siyasî diparast hebû. Tiştê ku di berê de tunebû jî ev bû. Me ne li hemberî gef lê xwarinê stuyê xwe xwar kir û ne jî ji şantajan re stuyê xwe xwar kir. Piçek be jî me ji vîna neteweyî tu tawîz neda û paşve gav neavêt."