Mehmet Ocalan û Felek Cizlaşmaka xizma Şeyhmûz Poyraz serê sibehê hatin Fermandariya Cendermeyê ya Navçeya Gemlîkê.
Mehmet Ocalan li vir daxuyanî da rojnamegeran û got: "Ji bo her kesî mijareke girîng e. Ev mijar ji bo me jî girîng e, lê her tim derveyî rojevê ye. Ev her çend dozeke siyasî be jî, di heman demê de dozeke hiqûqî ye jî. Du sal nîv berê 36 parêzer hatin girtin. Niha 11 parêzerên din jî di girtîgehê de nin. Em bi van hevalan re gelek caran hatin û çûn. Ez wisa zen dikim ku dadgehên rayetaybet li gor kêfa xwe 2 sal nîvî zêdetir e ku ev heval kirine hebsê. Li gor me ev ji bo ayendeyê, ji bo pêvajoyê şaş e. Heke ku dadgehên rayetaybet dê rabin, em dixwazin ku ev hevalên me di demeke kurt de bên berdan. Berdana van hevalên me di heman demê de ji bo pêvajoya çareseriyê gaveke erênî ye."