Mehmet Ocalanê birayê Abdullah Ocalanê ku cezayê miebetê xwariye û li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye, ji bo ku here girava Îmraliyê û bi kekê xwe Abdullah Ocalan re biaxive hat Gemlîkê.
Mehmet Ocalan û ji mehkûman xizmê Hasan Alpan, Hakki Alpan ber destê sibehê hatin Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê ya Gemlîkê.
Mehmet Ocalan daxuyanî da nûçegihanan û got ku em ê li ser meseleya Kobanêyê û hin meseleyên din ên di rojevê de biaxivin.
Ocalan û Alpan piştî ku kar û barên wan temam bûn wê derbasî girava Îmraliyê bibin.