Önder Beyter
16 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2017
ANKARA
Li Enqereyê "Meşa Yekîtiya Neteweyî" ku bi minasebeta salyada yekemîn a 15ê Tîrmehê hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) va wê ji avahiya Meclisa Yekemîn ku li Ulusê ye dest pê kir li Meclisê qediya.
Li tevahiya Tirkiyeyê bi dayîna selayan, nobeda demokrasiyê dest pê kir û herwiha piştî vê kêliyê li vir jî kortej ber bi TBMMyê bi rê ket.
Welatiyên ku beşdarî nobeda demokrasiyê û meşa yekîtiya neteweyî dibin, alayên Tirkiyeyê û wêneyên şehîdên 15ê Tîrmehê bilind dikin.
Şaredarê Bajarê Mezin Enqereyê Melîh Gokçek, xizmên şehîdên hewldana derbeyê û herwiha xazî beşdarî Meşa Yekîtiya Neteweyî bûn.
Dîsa di meşa ku wê ji Sihhhiye û Meydana Vîna Neteweyî ya 15ê Tîrmehê ya Kizilayê bibihure da alaya Tirkiyeyê ku 3 kîlomêtro dirêj e, hat bilindkirin.
Grûbeke duçerxê ku ji Almanyayê hat jî beşdarî meşê bû.