Mehmet Sıddık Kaya
10 Tebax 2025•Rojanekirin: 11 Tebax 2025
Midûriya Herêma 15emîn a Meteorolojiyê ji bo Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê hişyariya bagerê da.
Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Texmîn û Hişyariyê ya Herêma Diyarbekirê ya Midûriya Herêma 15emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, îro li tevahiya herêmê ji aliyê bakur û rojavayê va tê payîn ku bager rabe û heta serê sibehê dewam bike. Li gor texmînê bager wê wek herêmî veguhere bahozê.
Hişyarî hat dayîn ku welatî ji bo firîna baniyan, ketina dar û dîregan û xubarê baldar û bitevdîr bin.