Hikmet Faruk Başer
28 Gulan 2021•Rojanekirin: 28 Gulan 2021
Mizgefta 4 sal berê li Teqsîmê xîmê binî hatibû danîn û 2 hezar û 250 kes dikarin bi hev ra lê îbadetê bikin ew ê îro bi fermî were vekirin.
Mizgefta 4 sal berê li Teqsîmê xîmê binî hatibû danîn û 2 hezar û 250 kes dikarin bi hev ra lê îbadetê bikin ew ê îro bi fermî were vekirin.
Merasima vekirinê ew ê bi teşrîfa Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û piştî nimêja înê were kirin.
Xîmê binî yê mizgeftê di 17ê sibata 2017an da hatibû danîn û Şefîk Bîrkiye û Selîm Dalamanê mîmar mohra xwe li mizgeftê xistin. Mizgeft bû nîşaneyeke Meydana Teqsîmê.
Mizgeftê bi Aya Trîadaya Dêra Ortodoksan û Maksema Teqsîmê va parçeyên Meydana Teqsîmê temam kir.
Mizgefta li Teqsîmê hat çêkirin îro tê vekirin
Li ser her hûrgiliyên mizgeftê xebat hatin meşandin, otopark, pêşengeh, salona konferansê, aşxane û Pirtûkxaneya Dijîtal a Îslamê jî hatin avakirin.