Namzedê CHPê yê Şaredariya Mezin ê Îstanbûlê Mûstafa Sarigul, namzedê Ankarayê Mansûr Yavaş, namzedê Îzmirê Azîz Kocaoglû ye.
Meclisa Partiyê ya CHPê (MP) di bin serokatiya Serokê Giştî Kemal Kiliçdaroglû civiya û bi qasî 7 saet û nîvan dewam kir.
Piştî civînê tu daxuyanî nehat dayîn û ji 450yî zêdetir namzedên şaredariyê pêşkêşî tesdîqkirina MPyê kirin.
Di encama dengdanê de Mûstafa Sarigul bû namzedê Şaredariya mezin ê Îstanbûlê, Mansûr Yavaş bû namzedê Ankarayê, Azîz Kocaoglû jî bû namzedê Îzmirê. Li Odûnpazariya navçeya navend a Eskişehirê parlementer Kazim Kûrt wek namzed nîşan dan. Li Manisayê dîsa parlementer Ozgur Ozel wekî namzed nîşan dan, li Trabzonê Volkan Canalîoglû, li Bartinê jî Riza Yalçinkaya parlementerên din in yên ku wekî namzed nîşan dan.
Li CHPê digel Kocaoglû Yilmaz Buyukerşanê ku niha şaredarê şaredariya mezin e, li Antalyayê Mûstafa Akaydin, li Mersinê Macît Ozcan dê ji bo heyameke din jî dîsa dê hewl bidin ku bibin şaredar. Ji şaredarên niha li Artvînê Emîn Ozgun, li Aydinê Ozlem Çerçîoglû, li Çanakkaleyê Ulgur Gokhan, li Mûglayê Osman Gurun ji nû ve bûn namzed.
CHP digel Çerçîoglûyê li Rîzeyê bi Mîne Orhan, li Tokatê Hadiye Ardahanli dê bi namzedên jin bikeve hilbijartinan.
Li CHPyê di civînên MPyê de ji 750yî zêdetir namzed eşkere bûn.
Di civînan de namzedên şaredarî û şaredariyên mezin yên ku pêşkeşî MPyê kirin wiha ne:
Agirî: Îhsan Çaga
Ankara: Mansûr Yavaş (Şaredarê berê yê Beypazariyê)
Antalya: Mûstafa Akaydin
Amasya: Îlyas Ayik
Artvîn: Emîn Ozgun
Aydin: Ozlem Çerçîoglû
Balikesîr: Samî Sozat (Parlementerê DYPê yê berê)
Bûrsa: Necatî Şahîn
Bîlecîk: Sûngûr Tûran
Bidlîs: Kemal Ûçar
Çanakkale: Ulgur Gokhan
Diyarbekir: Ahmet Ay
Elazığ: Hamza Sorgucu
Erzîncan: Metîn Çanakçi
Erzûrûm: Abdulkadîr Demîrcî
Eskîşehîr: Yilmaz Buyukerşen
Gazîantep: Akîf Ekîcî
Hatay: Lutfu Savaş
Mersîn: Macît Ozcan
Îzmir: Azîz Kocaoglû
Îstanbûl: Mûstafa Sarigul
Qers: Naîf Alîbeyogûllari
Kayserî: Osman Çîlsal
Kocaelî: Tahsîn Tarhan
Manîsa: Ozgur Ozel (Parlementerê Manîsayê)
Kahramanmarş: Unal Ateş
Mûgla: Osman Gurun
Mûş Necîp Bîngol
Nîgde: Fahrî Eker
Rîze: Mîne Orhan
Samsûn: Tarik Cengîz
Sîîrt: Abdulvehap Galîp Çakmak
Tokat: Hadiye Ardahanli
Trabzon: Volkan Canalîoglû (Parlementerê Trabzonê)
Yozgat: Selahattîn Koştan
Baybûrt: Haci Mûstafa Akkûş
Kirikkale: Ahmet Eroglu
Batman: Çetîn Kizilbûlût
Bartin: Riza Ylaçinkaya (Parlementerê Bartinê)
Ardahan: Mete Ozdemîr
Îdir: Aran Kalafat
Yalova: Vefa Salman
Karabuk: Erdal Demîr
Kilîs: Ocal Berk
Duzce: Basrî Karslioglû