22 Hezîran 2017•Rojanekirin: 22 Hezîran 2017
MUŞ
Navend Mûş li 4 bajaran di operasyona dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) de 5 şikbarên ku hatibûn binçavkirin jê 4 kes hatin girtin.
Li gor daxuyaniya Walîtiyê tîmên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Midûriyeta Ewlehiya Bajêr navend Mûş li 4 bajaran operasyon kirin.
Di operasyonan de 5 şikbarên ku hat tespîtkirin bernameya ByLockê xebitandine hatin binçavkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji van şikbaran 4 kes ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya biçek" hatin girtin, kesek jî bi şertê biryara edlî serbest hat berdan.