Ferizat Kaya
22 Hezîran 2017•Rojanekirin: 22 Hezîran 2017
ÎZMIR
Li Konaka navçeya Îzmirê di navbera goristan û eraziyê leşkerî de teqîn pêk hat. Di teqînê da dîwarê dora eraziyê leşkerî hilweşiya, camên avahiyên derdorê jî hatin xwarê.
Li gorî agahiyan serê sibê di saet 07.50î de teqîn pêk hat. Welatiyan piştî teqînê bangî polêsan kir.
Li gorî agahiyan teqîn li taxa Gultepeya navçeya Konakê di navbera goristana Toros û eraziyê NATOyê de li ber dîwar pêk hat. Di teqînê de tiştek bi kesî nehat lê dîwarê derdora erazî hilweşiya û camên avahiyên derdorê ji ber teqînê hatin xwarê.
Ji welatiyan Îsmet Çakici ji nûçegihanê AAyê re got ku dema li balkona mala xwe rûniştî bû, dengê teqînê hat û ragihand ku teqîn piştî dewriyeya leşkeran ya ku car caran derbas dibe, pêk hat.