Civîn bi serokatiya Parlamenterê BDPê yê Batmanê Bengi Yildiz kom bû. Lijneya Dadger û Dozgeran a ku beriya cejnê dest bi hevdîtinan kiribû îro jî civiya, lê tu encam derneket.
Piştî ku şêwirmendên lijneyê li ser van bendan guftûgo kirin, lijneya nivîsînê dê 23yê cotmehê roja çarşemê dest bi xebatên xwe bike.
AK Partî dij derket ku endamên lijneya dadgeran bi dengê 367 parlementerên TBMMê bên hilbijartiin lê xwest ku endamên lijneya dadgeran bi dengê 330 parlementeran bên hilbijartin.
MHPê jî xwest hejmara endaman zêde bibe, lê belê jimara endamên dê ji zanîngeh û baroyan bên were kêmkirin.
CHP û BDPê jî xwest di danişînên ku Wezîrê Edaletê beşdar dibe de, bila Wezîrê Edaletê serokatiyê bike lê heqê wî yê dengdayînê tunebe.