Bînbay, di daxuyaniya çapemeniyê ya li Lokala Cemiyeta Rojnamevanên Rojhilatê Başûr da ragihand ku ji bo berdana metropolîtan kampanyayeke îmzeyan a navneteweyî dane destpêkirin.
Bînbay got ku bi sedan sazî, lijne û kesî piştevaniya kampanya wan kiriye û wiha dewam kir: "Ji ber ku hetanî niha kiryarên revandina metropêlîtê Ortodoks ê Heleb-Îskenderûnê Pavlûs Yazici, Metropolîtê Ortodoks yê Helebê yê Sûryanî Yûhanna Îbrahîm digel Rahîbê Deyr Mar Mûsa Paolo Dall'Oglio nehatiye eşkerekirin bi fikar in. Di nav şer de jî tu kes dest nade oldar û perestgehan, ev yek nayê qebûlkirin. Em di serî de ji Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA), Welatên Yekîtiya Ewropayê û dewletên Rûsyayê dû re jî ji Tirkiye, Îran, Erebistana Siûdî, Qatar û dewletên din; ji Rêxistina Yekîtiya Îslamê û Papa Francescoyê Yekemîn alîkarî û piştkiriyê dixwazin."
Bînbay bal kişand li ser pîlotên tirk ên ji Libnanê hatibûn revandin û got: "Pîlot sipsaxlem radestî Tirkiyê kirin. Em hêvî dikin ku metropolît jî bi vî awayî bên radestkirin. Bi taybetî em ji bo berdana metropolîtan, ji Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu alîkariyê dixwazin."
Bînbay ragihandin ku îmzeyên ku di nav de îmzeyên Rêxistina Dijî Îşkenceyê ya Swêdê, Metropolîtê Manastira Deyrûlzafaran a Mêrdînê Salîba Ozmen, Rêvebirê Yekîtiya Demokrat a Sûryaniyên Hollandayê Fîkrî Aygûr, Rektorê Zanîngeha Frîboûrg a Swêdê Patrîce Meyer Bîsch jî hene dê ji Serokê dewleta Tirkiyeyê, DYA, Rûsya, Îran, Erebistana Siûdî, Qatar û DYê; ji Rêxistina Yekîtiya Îslamê û Papa Francescoyê Yekemîn, Wezîrê Karên Diyanetê re bên şandin.