26 Nîsan 2016•Rojanekirin: 27 Nîsan 2016
MUŞ
Li Milazgira navçeya Mûşê di operasyona terorê da Hevserokê HDPyê yê Milazgirê Rahmî Akçîn jî di nav da 5 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyan tîmên Midûriyeta Ewlehiyê ji ber sûcên "endamtiya rêxistina terorê" û "alîkariya ji bo rêxistina terorê" li hin navnîşanan derketin operasyonê.
Hat destnîşankirin ku di operasyonê da Akçîn jî di nav da 5 kes hatin binçavkirin.
Hat diyarkirin ku di lêgerînê da gelek amûr û melzemeyên rêxistinê hatin qefaltin û lêpirsîna der barê mijarê da dewam dike.