Ahmet Aydın
26 Nîsan 2016•Rojanekirin: 27 Nîsan 2016
ANKARA
Li Şirnexê di operasyonên dijî PKKya rêxistina terorê da malzeme û amûrên tibbî yên ku ji aliyê endamên rêxistina terorê va dihatin bikaranîn, hatin girtin.
Li gorî agahiyên çavkaniyên ewlekariyê, li Şirnexa ku operasyon tê da didome, hêzên ewlekariyê hejmarek gelek teqemeniyên destî ku di nav qolonên dîwaran da û di konjalan da hatibûn xefikandin, dîtin û îmha kirin.
Hêzên ewlekariyê di encama lêgerînan da gelek malzeme û amûrên tibbî yên endamên rêxistina terorê girtin.
Li bajêr operasyon didomin.