01 Adar 2016•Rojanekirin: 02 Adar 2016
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê, di operasyonên dijî PKKya rêxistina terorê da, bangewaziyên hêzên ewlekariyê ji bo terorîstan "teslîm bibe" û ji bo welatiyên sivîl yên ku tê îdiakirin di herêmê da ne "tehliye bibin" didome.
Li taxên Cevatpaşa, Fatihpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê ku qedexeya derketina derva lê tê cîbicîkirin, ji 28ê mijdarê ve, operasyonên bi mebesta pêkanîna pergala giştî, rakirina barîkatan, dagirtina konjalan û paqijkirina teqemeniyan didomin.
Di operasyona ku li ber xelasbûnê ye da, hêzên ewlekariyê li endamê rêxistina terorê bangewaziya teslîmbûnê û li welatiyên sivîl yên ku tê îdiakirin di herêmê da ne bangewaziya tehliyebûnê dikin. Bi taybet anonsên hêzên cendirme li taxên Savaş û Hasirliyê yên ku ji wesayitên zirxkirî bi mêgafonê tên kirin, ji aliyê endamên çapemeniyê ve hatin tomarkirin.
- "Yên ku dixwazin tehliye bibin, wê hemî cûreyê asankariyê digel wan bê kirin"
Di anonsan da tê destnîşankirin ku operasyona ku bi mebesta pêkanîna pergala giştî tên li dar xistin li ber xelasbûnê ye.
Herwiha wiha tên bangkirin: "We bi derewên weke 'yên ku derdikevin tên kuştin' dixapînin. Li ber çavan e, hêzên ewlekariyê, ji kesên ku derdikevin ra dibin alîkar. Herî dawî di 19ê sibata 2016an da 6 kes, digel sitendina hemî cûre tedbîran, bi aliyê Dibistana Seretayî ya Cumhuriyetê ve hatin tehliyekirin. Di 22ê sibata 2016an da jî 3 endamê rêxistina terorê di heman deverê da teslîm bûn. Bizanin yên ku dixwazin texliye bibin wê hemî cûreyê asankariyê digel wan bê kirin."
- "Zarokan ji xwe ra nekin mertalên zindî"
Di ananosan da hat îfadekirin ku di 24 û 26ê sibatê da tevî ku hêzên ewlekariyê bi mebesta tehliyeyê tedbîr sitendin û anons kirin, kes derneketiye derva û wiha hat gotin, "Em naxwazin zarok zirarê bibînin. Çima hûn wan teslîm nakin? Em jî bifikarin. Heger zarok zirarê bibînin, hûnê jî bi wîjdan, exlaq û li pêşber qanûnê bibin berpirsyar. Zarokan nekin mertalên zindî."
Di 15 rojên dawî da, di encama anonsan da 24 welatî ji aliyê hêzên ewlekariyê va hatin tehliyekirin û 3 terorîst jî teslîm bûn.