07 Nîsan 2016•Rojanekirin: 08 Nîsan 2016
SÎÎRT
Hêzên ewlekariyê îxbarên ku tên "Alo140 a Xeta Îxbara Terorê" ya ku Wezareta Karên Navxweyî ava kiribû dinirxînin û di encamê da li Sêrtê bi saya van îxbaran pêşî li gelek êrîşên terorê birîn.
Di têkoşîna dijî terorê ya ku hêzên çekdar û hêzên ewlekariyê didin da gel piştgiriyeke mezin dide.
Welatiyên ku piştgiriyê didin operasyonan ji bo ku rê li êrîşên terorê yên li bajêr bibirin beriya êrîşên dijî sivîl û endamên ewlekariyê îxbar dikin.
Di vê çarçoveyê da welatî eleqeyeke mezin nîşanî "Alo140 a Xeta Îxbara Terorê" ya ku Wezareta Karên Navxweyî ava kiribû didin. Di encama alîkariya van welatiyên ku bûyeran îxbar dikin da hêzên ewlekariyê bi operasyonan pêşî li gelek bûyerên terorê birîn.
- Xelatê didin kesên ku piştgiriyê didin têkoşîna dijî terorê
Di encama îxbarên ku welatiyên me yên li welêt û dervayê welêt didin da li Sêrtê pêşî li gelek êrîşên endamên PKKya rêxistina terorê hat birîn.
Cemal Oguzê ku bi navê Çirav tê zanîn ê berpirsiyarê herêmê yê rêxistina terorê jî di encama van îxbaran da hatibû kuştin. Çirav tevlî gelek êrîşên terorê bibû.
Bi operasyonên mişterek û îxbarên welatiyan va gund û bajar yek û yek ji endamên rêxistina terorê tên paqijkirin, welatiyên ku bi îxbarên têkoşîna dijî terorê va piştgiriyê didin jî tên xelatkirin.
Waliyê Sêrtê Mustafa Tutulmaz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi saya îxbaran pêşî li gelek êrîşên terorê yên li dijî xebatkarên dewlet û ewlekariyê, sivîlan hat birîn.
Walî Tutulmaz diyar kir ku bi saya îxbarekê di 15ê rêbendanê da operasyon birin ser komeke terorê û 5 terorîst kuştin.