Muhammet Kurşun
21 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2018
ÎSTANBUL
Cîgirê Serokwezîr Bekir Bozdag der barê Operasyona Efrînê ya bi navê Çiqlê Zeytûnê de got: "Kurdên li herêmê dijîn ji her kesî zêdetir ji rêxistinê aciz in. Loma jî ev herekata Artêşa me da destpêkirin ji her kesî zêdetir hêviya Kurdan a xelasiyê geş kiriye."
Bozdag, digel Cîgirê Serokê Giştî Mehdî Eker û berdevk Mahir Unal bi nûnerên çapemeniya biyanî re civiya.
Li ser rewşa Kurdan a li herêmê Bekir Bozdag wiha agahî da:
"Rêxistina terorî Kurdên ku teslîmî wê nabin ya dikuje yan jî surgun dike. Dest datîne ser milkên wan. Zarokên biçûk çekdar dike. Loma jî xelkê Kurd ji dil û can dixwaze ji rêxistinê rizgar bibe."
Bozdag got piştî Efrînê ji destê PYDê bistînin dê teslîmî xwediyên wê yên rastî bikin.
Zêdetir wiha axivî:
"Rêxistinê li ser Kurdên Efrînê zexteke mezin çêkirin. Li wê derê Ereb û hinekî Tirkmen dijîn, ên mayî jî Kurd in. Loma ne tenê li Ereb û Tirkmenan li Kurdan jî neheqiyê dike. Gelek siyasetmedarên Kurd ên ne ji PKKê hatin koçkirin an jî kuştin."