Elif Orhan
21 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2018
ANKARA
Du kozikên ku PYD/PKKê êrişên birokêt ên ser Reyhanliya navçeya Hatayê li wan deran kirin bi herekata esmanî ya Artêşa Tirkiyê hatin îmhekirin.
Di 11 êrîşên biroket ên ku terorîstên PYD/PKKyî biribûn ser Reyhanliya navçeya Hatayê de sivîleke Sûriyeyî miribû 16 jê Sûriyeyî 46 sivîl jî birîndar bûbûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bi dest xistin piştî êrişên rêxistina terorî Hêzên Çekdar ên Tirkan dest bi herekatê kirin. Kozikên ku êriş li wan hatin kirin bi radarên tespîtkirina hedefan hatin tespîtkirin û balafirên şer ên girêdayî Fermandariya Hêzên Esmanî, herekata esmanî birin ser du kozikên ku êrişên navborî ji wan hatin kirin.
Jetan kozikên ku terorîst bi kar tînin îmha kirin.