04 Nîsan 2017•Rojanekirin: 04 Nîsan 2017
DIYARBAKIR
Operasyona ku hêzên ewlehiyê li gundewariya navçeyên Hanî û Kocakoya Diyarbekirê dijî PKKya rêxistina terorê dikir, bi serkeftî kuta bû.
Li gor daxuyaniya ku ji walîtiyê hat dayîn, "Operasyona Bayrak-45 Cendirmeyê Şehît Çawîşê Pispor Kadîr Karaman" ku di 1ê nîsanê saet 07.00î pê va li rojhilata navçeya Haniyê û bakurê navçeya Kocakoyê dest pê kir, di 3yê nîsanê da hat temamkirin.
Hat gotin ku di operasyonê da keleşkofa peyadeyan a AK-47ê, tivinga nêçîrê ya bêruxset, 2 bêtêl, 24 fîşengên tivinga nêçîrê, 6 rext, cil û bergên 4 terorîstan, kompîtura tablet, têlefona destan, dokumanên rêxistinî û 156 kîlo esrara kubar hat bidestxistin. Çek, muhimat û hişbir bi telîmata dozgerê komarê va hat mihafezekirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo pêkanîna hizûr û ewlehiya welatiyan di çarçoveya têkoşîna terorê da xebatê biryardarî bidomin.