24 Mijdar 2015•Rojanekirin: 24 Mijdar 2015
MARDİN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê piştî qedexeya derketina derva, operasyona dijî mensûbên rêxistina terorê PKKyê dewam dike.
Li navçeyê piştî ku di 13ê mijdarê saet 21.00ê da qedexeya derketina derva hat îlankirin û şûnde Midûriyeta Ewlekariya Nisêbînê bi armanca tijekirina xendekan, rakirina barîqatan, rakirina perde û brandayên ku wekî kamûflaj tên emilandin û ji bo ku navçe ji terorîstan were paqijkirin, dest bi operasyonê kiribû. Operasyon vêga jî dewam dike.
Hat destnîşankirin ku li ser bîranîna Komîser Oktay Îzgî, polês Sezgîn Uludag û Çagdaş Arslan ên ku di 16ê îlonê da di êrîşa bibombe da şehîd ketin, operasyon bi navê "Ekîb 38" va hat lidarxistin.
Hejmara terorîstên ku hatin kuştin derket 18an, heya niha 94 barîqat hatin rakirin, 32 perde û brandayên ku bi armanca kamûflajê tên emilandin hatin rakirin, 3 tir û kamyoneke ku wekî barîqat dihat emilandin hatin rakirin. Nuzdeh dafikên bibombe yên ku terorîstan çal kiribûn, hatin îmhakirin.
Di kêliya rakirina barîqat û girtina xendekan da terorîst gule berdidin hêzên ewlekariyê, di encamê da car caran pevçûn derdikevin.
Di operasyona ku ekîbên tîmên taybet jî beşdariyê dikin de, eşkere bû ku terorîstan li taxa Abdulkadir Paşa hin mal wekî "kozik" û mizgefta Hacî Şemseddîn Yusma jî wekî "baregeh" emilandin.
Di lêgerîna mal û mizgefta navborî da gelek dokûmanên rêxistinê, madeya kîmyewî ya ku di çêkirina çek û bombeyan de tê emilandin, hatin dîtin.
Polêsên tîma taybet alaya Tirkiyê bi serê mînareya mizgeftê ya ku ev demek e ji ber pevçûnan îbadet lê nayê kirin, daliqandin.
- "Gelek êlengên pola hatin dîtin"
Di lêgerîna malekê da ekîbên tîma taybet rastî gelek êlengên pola hatin.