11 Sibat 2016•Rojanekirin: 11 Sibat 2016
ÎSTANBUL
Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala daxuyand ku operasyonên li Cizîrê pir serkeftî bidawî bûn.
Ala piştî ziyareta xwe ya ji bo rojnameya Yenî Akîtê ya ku tûşî êrîşê hat, bersiv da pirsa rojnamegeran a der heqê operasyonên terorê da.
Ala destnîşan kir ku operasyonên li Cizîrê xelas bûn û ev agahî parve kirin:
"Îro kêliyek berê operasyon qediyan, li Cizîrê fealiyetên operasyonel bidawî bûn, pir bi serkeftî. Ji niha şûnda fealiyetên lêkolîn û lêgerînê dê dewam bikin. Mîna Sîlopiyê, qedexeya derketina derva dê ji bo qederekê jî bê dewamkirin. Ji ber ku dafik hene, dibe ku li hin deveran mayîn hebin ku dê zirarê bide însanên me. Dîsa tijekirina kortan û rakirina bariyeran dibe ku hinekî bajo. Lêbelê îro ji nîvroyê pê da ev mesele hemû ji holê hatiye rakirin, anku terorîst hatine berterafkirin. Wekî ku min got, ji bo xebatên lêgerîn û lêkolînê û ji bo ku welatiyên me sax û silamet vegerin Cizîrê, hin tevdîr hewce ne. Ji ber hindê qedexeya derketina derva dê hinekî jî bajo. Lê fealiyetên operasyonel îro ji nîvroyê şûnda qediyan."