11 Sibat 2016•Rojanekirin: 13 Sibat 2016
GAZÎANTEP
Seroka Şaredariya Mezin a Gazîentabê Fatma Şahîn got ku zarokên sûrî yên ku ji ber şerê navxweyî xwe sipartine Tirkiyeyê û ji wan gelek li Gazîentabê di dibistanan de perwerdeyê dibînin, Gazîentab xelata Nobelê heq dike.
Şahîn ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ev 5 sal e li Gazîentabê gelek penaberên sûrî hene û welatiyan hembêza xwe ji wan re vekiriye.
Şahîn got ku hin caran gelek kesên navdar ên navneteweyî tên Gazîentabê û xebatên ji bo penaberan tên kirin re heyran dimînin û wiha axivî: "Ji me re dibêjin ku ev bajar xelata Nobelê heq dike. Divê dinya bibîne ku li vir çi tê kirin. Heta niha wek bajêr kesî serî li Nobelê nedaye, me ji bo vê hevdîtin kirin. Em xelata Nobelê heq dikin, lewra 350 hezar surî li bajarê me heye. Ji van jê 98 hezar di heyama perwerdeyê de ne. Ez 20 meh berê bûm serok û wê demê ji vê nifûsê 3 hezar kes di çaxê perwerdeyê de bûn. Di nav 20 mehan de hejmar gihîşte 70 hezaran. Di demeke kin de ev hejmareke gelek mezin e. Ji bilî vê, li bajarê me rêjeya zarokên sûrî yên ku diçin dibistanê gihîşte ji sedî 98an. Heke ev zarok li Helebê bimana ev rêje wê bûbûya ji sedî 85."
- "Ez ji dil bawer dikim ku serkeftina me wê bi Nobelê bê xelatkirin"
Şahîn got ku mirov bawer nakin ka çawa dibe ku rêjeya çûyîna dibistanê evqas zêde ye û wiha axivî: "Dema em vê dibêjin metel dimînin. Di vê qadê de bajarekî din ya wek bajarê me biserkeftî tune. Ji ber vê em dixwazin bi saya Nobelê vê çîroka xwe û mirovahiya xwe ji dinyayê re bibêjin. Ez ji dil bawer dikim ku serkeftina me wê bi Nobelê bê xelatkirin"