18 Mijdar 2015•Rojanekirin: 20 Mijdar 2015
ÎSTANBUL
Wezîrê Karên Derve Ferîdun Sînîrlîoglu got: "Ji bo ku ew cihên li ser sînorê me ne û di destê DAEŞê de ne, DAEŞ jê bê derxistin hin planên me hene. Dema ev planên me temam bûn, operasyonên me wê hê xurttir dewam bikin. Hûnê di rojên pêş me de vê bibînin."
Sînîrlîoglu ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku Tirkiye endamê wê koalîsyonê ye ku li hember DAEŞê tekoşîn dide û di vê koalîsyonê de gelek hewl dide.
Sînîrlîoglu got ku wek ku John Kerry jî dibêje li hin sînorên Tirkiyeyê DAEŞ heye û ew ê destûr nedin DAEŞ li ser sînorê Tirkiyeyê hebûna xwe bidomîne.
Sînîrlîoglu wiha axivî: "Em tevdîran hildidin û ev tevdîrên me bi mutefîqên me re dimeşin. Dibe ku hin tevdîrên din jî bên hildan. Der barê vê de heta ku xebatên me temam nebin ez nikarim tiştekî bibêjim. Lê kurtasiya meseleyê ev e, DAEŞ wekî ji bo hemû dinyayê, ji bo Tirkiyeyê jî tehdîdeteke cidî û mezin e. Em bi leşkerên xwe, bi hemû saziyên xwe ve dixebitin."
Sînîrlîoglu got ku demeke dirêj e bi Amerîkayê re ji hewayê operasyonan dikin û wiha dewam kir: "Ji bo ku ew cihên li ser sînorê me ne û di destê DAEŞê de ne, DAEŞ jê bê derxistin hin planên me hene. Dema ev planên me temam bûn, operasyonên me wê hê xurttir dewam bike. Hûnê di rojên pêş me de vê bibînin."
Sînîrlîoglu der barê Esed de wiha gotibû: "Esed, hikûmeta nû piştî ku ava bibe û hemû rayeyên birêvebirinê dewr hilde, di nav van 6 mehên berwext da, bi şekl û dîrokeke ku li ser mitabaqat hatiye çêkirin, wê dev jê berde. Wê di hilbijartinê da nebe namzed." Li ser vê gotinê hinek bertek hatibûn nîşandan. Sînîrlîoglu der barê vê de jî wiha axivî:
"Beriya Civîna Serokan a G20an li Viyanayê bi endamtiya 20 kesan civînek hat lidarxistin û belavoka encamê hat weşandin. Dema hûn vê belavokê bixwînin, hûnê bibînin ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê pêvajoyeke dîplomatîk a navneteweyî dest pê kiriye. Li wir nexşerêyek hatiye avakirin û li gor wê gavê bên avêtin."
- "Di mijara 'Esedê wê nebe namzet' de mutabaqat heye"
Sînîrlîoglu got ku ji wî tê pirsîn ku "Di van mijaran de Rûsya mutabiq e?" û wiha axivî: "Him Rûsya û him jî Îran di pêvajoya siyasî de mudaxil bûn. Der barê pêşeroja Esed de heke fikrên cuda hebin, pêvajo nikare bigihêje encamekê. Di mijara 'Esedê wê nebe namzet' de mutabaqat heye. Her kes di heman fikrê de ye? Di vê astê de na. Her kes dizane ku ewê dibêjin "na" kî ne. Lê ji ber ku ew jî mudaxilê vê pêvajoyê bûn, ew jî dizanin ku di encamê de fikrê gelempêrî wê serdest bibe. Ev jî tê wê meneyê ku Beşar Esed nikare di hilbijartinan de bibe namzet. Esed ê kingê û çawa dev ji wezîfeyê berde û siyasetê neke wê eşkere bibe. Ji wir şûn de jî wek ku min got meseleya Esed wê ji nebe meseleyeke siyasî, wê bibe meseleya wî ya şexsî."
Wezîr Sînîrlîoglu got ku der barê Sûriyeyê de ew ji pêşerojê hêvîdar in û wiha axivî: "Namzetiya Esed ji hêla gelek kesan ve tê redkirin. Piştî vê pêvajoyeke siyasî divê bê destpêkirin. Gelê Sûriyeyê piştî Esed wê demokrasiyê, pirçandiyê, yekîtiya axa we wê biparêze û wê Sûriyeyeke nû ava bikin."