18 Mijdar 2015•Rojanekirin: 18 Mijdar 2015
ÎSTANBUL
Di operasyona li dijî DAEŞa rêxistina terorê da 8 kesên ku tê îdiakirin ji Kazablankaya Fasê hatine Balafirgeha Ataturk û wek penaberan xwestin bi qaçaxî derbasî Almanyayê bibin û hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê tîmên Şaxa Îstixbaratê û Têkoşîna Dijî Terorê di têkoşîna dijî rêxistina terorê da li balafirgehên Ataturk û Sabîha Gokçenê û Otogara Stenbolê xebatên derxistina profîlan û analîzan dikin û kesên ku jê dikevin şikê binçav dikin.
Tîmên ewlehiyê do bi şev di çarçoveya xebatên xwe da Nasil Y., Soufiane H., Aissa M., Selahedîn A., Seîd S., Mihsîn El A., Mistefa M. û Eyûb S.yê ku ji Kazablankaya Fasê hatine Balafirgeha Ataturk û wek penaberan xwestin bi qaçaxî derbasî Almanyayê bibin, binçav kirin.