11 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2015
KUTAHYA
Li Tavşanliya navçeya Kutahyayê di qezaya trafîkê ya ku qewimî de kesek mir û 38 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên hatin hildan otobusa servîsê ya bi plakeya 43 S 2186an ku şofêrê wê Cemîl Bakar bû û xebatkarên di fabrîkayekê de bi şev dixebitîn tê de bûn li ser kîlometreya 18mîn a rêya Tavşanli-Harmancikê di rêya qeşa girtibû de şemitî û qelibiya.
Di qezayê de ji karkeran Guler Dînçê li cihê qezayê can da û 38 karker jî birîndar bûn. Karkerên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên dewletê yên li Tavşanli û Harmancikê.