05 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2016
TBMM
Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag, "Dema parlementer wezîfeya xwe dikin mecbur in ku li gor zagonê û qanûnan tevbigerin. Divê girêdayî sonda dilsoziyê bibin û wezîfeya xwe bikin. Yanî parlementerî serbestiya mafê sûcê an jî sûckirinê nade tu kesî."
Bozdag, berî Civîna Komê AK Partiyê ya Parlementoyê, der barê jêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ya ku ji bo Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş û hin parlementerên HDPyê de da destpêkirin de, anî ziman ku di parlementoyê da nêzîka 250 fezleke derbarê parlementerên HDPyê da hene.
Bozdag destnîşan kir ku di der barê parlementerên partiyên din da jî fezleke hene û got, "Lê belê tişta ez dizanim, fezlekeya derbarê axaftina li Diyarbekirê da, hê nehatiye Wezîrtiya Edaletê."
Bozdag, di bersiva pirsa "Hûn çawa dinirxînin ku ew belge di parlementoyê da bên gotûbêjkirin?" da, wiha got, "Ev mijar mijareke di teqdîra meclîsê da ye. Eger meclîs bixwaze vê mijarê gotûbêj bike, wê ew bi xwe binirxîne. Weke wezîrtiyê di çarçoveya usûlê da, erka me heye. Fezlekeyên ku dozger amade dikin, em weke Wezîrtiya Dadê, em dişînin Seroktiya Wezîran. Seroktiya Wezîran jî dişîne parlementoyê. Ji vir û pê da aîdî parlementoyê ye. Ji ber vê yekê, ez nikarim der barê tiştên bi îradeya meclîsê ve girêdayî ne biaxivim. Lê belê Dema parlementer wezîfeya xwe dikin mecbur in ku li gor zagonê û qanûnan tevbigerin. Divê girêdayî sonda dilsoziyê bibin û wezîfeya xwe bikin. Yanî parlementerî serbestiya mafê sûcê an jî sûckirinê nade tu kesî."