05 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2016
ANKARA
Rêvebiriya Erebistana Siûdî di 2yê rêbendanê de 47 kesên ku Ayetullah Nemr Baqir en-Nemrê alimê şiî yê welatiyê Erebistana Siûdî jî di nav de bû îdam kiribû û li ser vê jî Balyozxaneya Erebistana Siûdî ya li Tehranê hat şewitandin û ev yek jî rageşiya di navbera herdu welatan de ku bi salan e carina kêm dibe û carina zêde dibe dîsa zêde kir.
Rayedarên Erebistana Siûdî, Îranê, piştî şoreşa Îslamê ya ku bingeha rêveberiya wê mezhebe û di sala 1979an de li Îranê qewimî ji xwe re li herêmê wek reqîp qebûl dikin û dihesibînin. Ji ber vê nêrînê jî têkiliyên bi Tehranê re her tim di seyreke reqabetê de didome.
Têkiliyên bi xirecir ên di navbera Erebistana Siûdî û Îranê de wiha dest pê kirin;
- Di sala 1988an de Balyozxaneya Erebistana Siûdî ya li Tehranê hat dagirkirin û di bûyerê de dîplomatekî siûd hat kuştin. Li ser vê bûyerê rêveberiya Riyadê têkiliyên dîplomatîk ên bi Îranê re heta 1991an da sekinandin
- DYAyê di sala 2003an de Iraq dagir kir û rêveberiya wê jî teslîmî şiiyên di bin tesîra Îranê de ne kir û ev yek jî qisaweta ewlehiyê ya Riyadê zêde kir.
- Hîzbûllaha ku piştgiriya Îranê dike li Libnanê reqîbê komên siyasî yên Erebistana Siûdî piştgiriyê dide wan, di şerê bi Îsraîlê re yê sala 2006an de wisa tê qebûlkirin ku di qada siyasî û psîkolojî de bi ser ket. Ev yek wek tesîra jeopolîtîkaya şiiyan zêde dibe hat şîrovekirin.
- Tesîra Îranê ya li Iraqê di sala 2007an de xurt bû û bendewariyên kêmnetewên şiî yên li Kendavê jî zêde bû û ev yek jî di nav rêveberiyên herêmê de bû sedema endişeyê.
- Erebistana Siûdî bi hinceta ku Îran tesîra xwe ya li Iraqê zêdetir dike di sala 2008an de pêkûtiya ser DYAyê zêde kir.
- Li Bahreynê di sala 2011an de di bin tesîra Bihara Ereban û piştgiriya tevgera şiiyên ku Îran li pişt wan bû de çalakî hatin lidarxistin û Erebistana Siûdî jî eskerên xwe şand û çalakiyan dewisand.
- Di sala 2011an de du îraniyên ku dixwestin sûîqastê bibin ser Cubeyrê ku wê demê Balyozê Washîngtonê bû û niha jî Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdîye, hatin girtin.
- Hîzbûllah û Îranê di şerê navxweyî yê li (2011-2015) Sûriyeyê de piştgirî dan rejimê û Erebistana Siûdî jî piştgirî da muxalefetê. Îran û Hîzbûllahê rasterast hêzên eskerî şandin û bûn alîgirê şer.
- Hûsiyên ku Îran li pişt wan e piraniya Yemenê di sala 2015an xistin bin kontrola xwe. Serokomar Hadî xwe spart Riyadê û koalîsyona ku pêşengê wê Erebistana Siûdî bû jî ji hewayê ve êrîş birin ser hûsiyan.
- Di tîrmeha sala par de Îran di bernameya nukleerê de bi welatên rojava re li hev kir. Ev lihevkirina ku wisa xuya dike wê têkiliyên di navbera Îran û welatên rojava de bîne asta asayî jî Erebistana Siûdî û welatên kendavê aciz kir.
- Di meha îlona par de li Mînayê ji ber îzdihamê bi sedan kesên ku ji Îranê jî gelek kes di nav de bûn û dixwestin bibin hecî mirin. Di vê meseleyê de Îranê Erebistana Siûdî sûcdar kir ku îhmalkar tevgeriyaye û hejmara rast parve nekiriye.
- Ji bo nirxandina têkiliya di navbera herdu welatan da meha borî hevdîtinên di asta alîkarên wezîrên karên derve yên her du welatan de dest pê kir.
Rêvebiriya Erebistana Siûdî du roj berê Ayetullah Nemr Baqir en-Nemrê alimê şiî yê welatiyê Erebistana Siûdî îdam kiribû û li ser vê jî Balyozxaneya Erebistana Siûdî ya li Tehranê hat şewitandin. Riyadê jî li ser vê Balyozê Îranê wek kesê nayê xwestin îlan kir.