03 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2017
ANKARA
Parlementeriya Besîme Koncaya Parlementera Sêrtê ya HDPê ket.
Lijneya Giştî ya Meclisê bi serokatiya Cigirserok Ayşe Nur Bahçekapiliyê civiya.
Bahçekapili beriya ku derbasî rojevê bibe, tezkereya Serokwezîriyê ku li gor benda 84emîn a Makezagonê ye, der heqê biryara dadgehê ya teqezbûna cezayê Koncayê da da xwendin.
Di tezkereyê da hat xwestin ku li gor benda Makezagonê parlementeriya Koncayê were betalkirin.
Bahçekapiliyê daxuyand ku li gor benda 84emîn, fikraya 2yemîn parlementeriya Koncayê ket.