DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê di pîrozbahiya Newrozê da peyama Abdullah Ocalanê ku cezayê hetahetayê xwariye û li Girtîgeha Îmraliyê mehkûm e bi kurdî û tirkî hat xwendin.
Di pîrozbahiya Newrozê ya ku li Baglara navçeya Diyarbekirê li Parka Newrozê hat kirin da Cîgirseroka Koma HDPyê Pervîn Buldanê peyama Ocalan bi kurdî xwend, peyra Parlementerê HDPyê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder peyama Ocalan bi tirkî xwend.
Di peyamê da silav li hemû gel û dostên ku piştgiriya aştî, wekhevî, azadî û demokrasiyê dikin hat kirin.
Di peyamê da hat îdiakirin ku polîtîkayên neo-lîberal ên kapîtalîzma emperyal û hevalbendên wê yên despotîk ên herêmî bûne sedema qeyranê û li herêm û welêt bandora wan a xirabker dewam dike û wiha hat gotin: "Di nav vê qeyranê da cudahiyên gelên me û çanda wan ên dînî û nijadî bi şerê nasnameyan ên bêmerhemet û bêwate tên tunekirin. Nirxên me yên dîrokî, nûjen, wijdanî û siyasî li hember vê tabloyê tu wextê bêdeng û bêhelwest namîne. Li gor baweriyên me û berpirsiyariyên me yên siyasî û exlaqî midaxeleyeke lezgîn pêwîst e."
Di peyamê da hat îdiakirin "Têkoşîna ku me ji bo demokrasî, azadî, biratî û aştiyeke birûmet a gelên welatê me, meşand; îro ketiye qonaxeke dîrokî" û wiha hat gotin: "Têkoşîna tevgera me ya çil salî ku bi êşan dagirtî ye, badilhewa derbas nebû, lê gihêştiye merheleyeke wisa ku bi vî awayî jî nayê meşandin. Dîrok û gelên me, çareseriyeke demokratîk û aştiyeke li gorî rihê serdemê, ji me dixwazin. Li ser vê bingehê, deklerasyona ku ji 10 madeyan pêk tê ya ku li Qesra Dolmabahçeyê ji aliyê me hemûyan va bi awayekî fermî hat îlankirin, me bi pêvajoyeke nû ya li ser bingeha vê deklerasyonê mecbûr dike. Li gor deklerasyonê, ji ber lihevkirina li ser rêgezan, ez ji bo PKKya ku ev 40 sal in şerê çekdariyê li dijî Tirkiyeyê dide, ji bo rawestandina şer û li gor şert û mercên heyamê, ji bo destnîşankirina stratejî û taktîkên siyasî û civakî çêkirina kongereyê pêwîst dibînim. Ez hêvî dikim ku di demeke kurt da lihevkirina rêgezî pêk were û komisyona rûberhevbûn û heqîqetê ya ku nûnerên Parlamentoyê û Lijneya Şopandinê jî di xwe da dihewîne pêk were. Bi saya vê em ê bi awayekî serkeftî kongreyê realîze bikin. Bi vê kongreya me, êdî heyameke nû dest pê dike."
- "Pêvajoya biratiyê dest pê dike"
Di peyamê da hat destnîşankirin ku "Di vê heyama nû da, di nav Komara Tirkiyeyê da, li ser bingeha welatîtiya makezagonî û azad, wek civakeke demokratîk û xwedî nasnameya demokratîk, pêvajoya jiyana di nava biratî û aştiyê da dest pê dike" û wiha hat gotin: "Bi vî awayî em ê ji paşxaneya Komara Tirkiyeyê ya 90 salî ku bi pevçûnan tije ye, li pey xwe bihêlin û ber bi pêşerojeke ku bi aştiyeke rasteqîn û bi krîterên demokratîk ên gerdûnî hatiye honandin va dimeşin. Tişta ku li dîroka rasteqîn a Newrozê tê jî, di hizûra we da, silavkirina merheleyeke wiha ye. Lê belê diyardeyên ku ji bo welatê me û gelê me rast in, divê di heman demê da ji bo herêma me ya ku bi pîroziyan tije ye jî meqbûl be. Bi gelemperî rastiya kapîtalîzma emperyalîst ya 200 salên dawîn, bi taybetî jî ya 100 salên dawîn ev e: 'Li ser bingeha neteweperestiya netewedewletiyê, nasnameyên nijadî û dînî, bi awayekî li dijî cewherê xwe, ber bi hundirê xwe va ditewîne û ji hev ra dike dijmin', yanê li gorî polîtîkaya perçe bike û bi rê ve bibe, hebûna xwe bi awayekî bêmerhemet heta roja îro domandine!
Di peyamê da hat diyarkirin ku "Divê em bizanibin ku hêzên emperyalîst ên ku dev ji emelên xwe yên li ser Rojhilata Navîn bernedane, zordestiya wan a herî dawiyê di şiklê DÎŞIyê de derketiye holê" û wiha hat gotin: "Ev rêxistina ku wateya hovîtiyê jî bê wate dihêle; bêyî ku bibêje ev jin û zarok in, di serî da kurd, tirkmen, ereb, êzdî û asûrî û suryaniyan, li dijî hemû gel û baweriyên herêmê, komkujiyên hovane kir. Roj ew roj e ku em dawî li vê dîroka bêmerhemet û wêranker bînin û derbasî aştî, biratî û demokrasiyê ya ku li gorî paşxaneya me ya rasteqîn e bibin. A ku ez rast dibînim û ya ku li gorî baweriya min ew e ku divê netewedewletên ku neteweperestiya wêranker, tuneker, şerker anîne dinyayê bi siyaseteke demokratîk bên derbaskirin û bi nasnameyên demokratîk ên ku vekirî ne mercbûr bikin da ku derbasî hevpariyekê bibin. Ji bo vê yekê, ez bangî netewedewletan dikim ku bila di nav xwe da, bi siyaseteke demokratîk, cureyeke nû ya hevpariya demokratîk pêk bînin û dîsa netewedewlet bila di navbera xwe da, maleke hevpar a demokratîk a Rojhilata Navîn ava bikin."
- "Rihê Eşmeyê"
Di peyamê da bang hat kirin ku "Bi vê wesîleyê ez bangî xort û jinên ku ji bo azadiyê hewl didin dikim ku bila di têkoşîna wekhevî û azadiyê da, di qadên aborî, civakî, siyasî û ewlehiyê yên serdema me da, bi awayekî herî çalak cî bigirin û bi ser bikevin" û wiha hat gotin: "Ez silavê li berxwedan û serkeftina Kobanêyê dikim ku him ji bo herêma me û him jî ji bo dinyaya navneteweyî wateyeke wê ya mezin heye. Li ser vê bingehê ez silavê li‘‘Rihê Eşmeyê’’ dikim ku wek remza dîroka nû ya di navbera gelên me da ye. Hemû tesbîtên ku min hewl da ku li jor diyar bikim; ji bo wek civak jinûva revizyon, restorasyon û jinûva avakirina dîrok û rojanekirinê bangeke hêja ye. Careke din, ez di çarçoveya vê Newroza dîrokî da, hêvî daxwaz dikim ku ji bo hemû mirovahiyê bibe wesîleya xêreke mezin û silav dikim. Bijî Newroz, Bijî Biratiya Gelan."
news_share_descriptionsubscription_contact
