Fatih Gazioğlu
16 Gulan 2018•Rojanekirin: 16 Gulan 2018
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Em di demeke ku li Qudsê qetlîam tên kirin, dikevine meha Remezanê. Ji ber vê yekê em xemgînin. Xwedê rehma xwe li hemû şehîdên me bike. Qasî 2 hezar û 500 kes jî birîndar in. Xwedê şîfayê bide wan."
Serokomar Erdogan paşîva Remezanê ya ewil bi Emîne Erdogana xanima xwe ra di balafirê de gava ku ji Londrayê vedigeriya Tirkiyeyê kir.
Serokomar Erdogan ji ber meha Remezanê bi vîdoyê peyamek weşand.
Serokomar Erdogan wiha got:
"Ez rojî û Remezana hemû miletê xwe pîroz dikim. Niha em di balafirê de paşîva xwe dikin, ez bawer im gelê me jî amadehiya paşîvê dike. Înşellah ev paşîv û fitare wê ji bo yekîtî û bihevrabûna gelê me wê bibe wesîle. Xwedê me bigihîne eyda Remezanê jî înşellah."
Erdogan heman vîdyo li ser hesabê xwe yên Înstagram û Facebookê jî parve kir.