İSTANBUL
Qurdeleya vebûna Marmarayê ya ku di bin behrê de parzemîna Asya û Ewrupayê bi xeta trenê ve digîhîne hev, ji aliyê Serokomar Abdullah Gûl, Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Meclîsê Cemîl Çîçek û mêvanên biyanî ve hat birîn.
Serokomar Abdullah Gûl, Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, Serokomarê Somaliyê Hasan Şeyh Mahmud, Serokwezîrê Japonyayê Shînzo Abe, Serokwezîrê Romanyayê Viktor Ponta û ji 8 welatan 9 wezîr beşdarî merasîma li Qada Ûskûdarê bûn.
Merasîm bi Sirûda Îstîklalê ve dest pê kir û piştî vê sînevizyoneke ku behsa Marmarayê dike hat nîşandan.
Dema ku Gûl û Erdogan ji bo ku biaxivîn ber bi dîkê meşiyan strana 'Ûskûdar'a gider îken' hat gotin û keştiyên li ser behrê korneyê xistin û welatiyan jî dema ku ew axivîn hezkirina xwe nîşandan.
Serokomar Abddullah Gûl diyar kir ku ev proje li ser xêrê be û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Îro hikûmeta me salvegara 90emîn ya Serokomariyê pîroz dike lê di heman demê de diyariyeke pir mezin jî dide welatiyên me, îstanbûlê û Tirkiyeyê."
Gûl daxuyand ku berê xeyala projeyên mezin çêdibin û ew dibin îdeal û pişt re jî dibin rastîn û wiha axivî: "Ev projeya ku 153 sal berê wek xeyal dihat xeyalkirin, lê şikir îro ji aliyê hikûmeta me ve bû projeyeke rasteqîn û em merasîma vebûna wê dikin.
Gûl axaftina xwe wiha domand:
"3 împaratoriyên mezin şopa xwe li dîrokê û Stenbolê hîştin. Niha em di dema komariyê de ne. Berhemên mezin ji bo Stenbolê çêdibin. Ya herî dawîn ji bo niha ev e. Nebêjin 'em bi tenê parzemînên Asya û Ewrupayê digîhînin hev', em di heman demê de cihên herî dûr yên Asya û Ewrupayê jî bi vê tûnelê ve digîhînin hev. Înşallah Rêya Trenê ya Bakû-Tîflîs-Qersê dê sala bê dest pê bike. Bi bendera Hazarê ve dê li vir bikaribin herin Pekînê yanî Asyayê. Ji xwe xetên ku diçin Londrayê temam in. Yanî ev tunel bû tûnela ku Pekîn û Londrayê digîhîne hev. Ev proje ne bi tenê Stenbolê, dinyayê jî eleqeder dike."
Serokomar Gûl sipasiya kesên ku keda wan di Marmarayê de heye kir û wiha got: "Em dê bi hev re ji bo vê projeyê şanaz bibin."
Serokomarê Somaliyê Hasan Şeyh Mahmud der barê Marmarayê de kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha axivî:
"Projeya Marmarayê rola serokatiyê ya Tirkiyeyê ya di sedsala 21emîn de nîşaneyek e. Di vê roja girîng û kêfxweş de bi taybetî jî di van rojên zehmet yên ku Somalî dijî de em sipasiyên xwe pêşkeşî Serokomarê Komara Tirkiyeyê Abdullah Gûl û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan dikin."
Piştî axaftinên din yên protokolê Serokomar Gûl, Serokwezîr Erdogan û jina wî Emîne Erdogan, Serokê Meclîsê Çîçek û jina wî Gûlten Çîçek, Serokomarê Somaliyê Hasan Şeyh Mahmud, Serokwezîrê Japonyayê Shînzo Abe û berpirsyarên din derketin li ser dîka ku merasîm tê kirin û bi hev re qurdeleya vekirinê birîn.
Beriya birîna qurdeleyê Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez dia kir. Piştî vê Gûl, Çîçek û Erdogan bi hev re daketin Marmarayê.