ÎSTANBUL
Projeya ku di bin behrê de parzemîna Asya û Ewrupayê bi xeta trenê ve digîhîne hev, merasîma Marmarayê bi beşdariya Serokomar Gul, Serokwezîr Erdogan, Serokê Meclîsê Çîçek û mêvanên biyanî dest pê kir.
Serokomar Abdullah Gul, Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, Serokomarê Somaliyê Hasan Şeyh Mahmud, Serokwezîrê Japonyayê Shînzo Abe, Serokwezîrê Romanyayê Viktor Ponta, 9 wezîrên 8 welatên din û serokên dewletên biyanî beşdarî merasîma li Qada Ûskûdarê bûn.
Merasîm bi Sirûda Îstîklalê ve dest pê kir.
Welatiyên ku beşdarî merasîmê bûn alên Tirkiyê û AK Partiyê hejandin.
Alîkarên Serokwezîr Bûlent Arinç û Bekîr Bozdag, gelek wezîrên din, Serokê Şaredariya Mezin a Îstanbulê Kadîr Topbaş Û Waliyê Îstanbulê Hûseyîn Avnî Mutlu jî di merasîmê de amade bûn.