Önder Beyter
02 Îlon 2020•Rojanekirin: 03 Îlon 2020
Pênc sal di ser mirina Alan Kurdî yê piçûkê 3 salî ra derbas bû ku tevî malbata xwe ji şer revî, lêbelê li Bodruma navçeya Muglayê belema wan binav bû û di encamê da pêlên behrê termê wî derxist qeraxê.
Li Bodrumê belema fîber a 14 mirov tê da 2yê Îlona 2015an binav bûbû û di encamê da 5 kesên ku di Alanê piçûk ê Sûriyeyî jî di navê da hebû xeniqîbûn. Pêlên behrê termê Alanê piçûk li Taxa Akyarlarê li pozê Fenerê derxistibû qeraxê.
Her çiqas 5 sal di ser mirina Alan ra derbas bûbe jî lêbelê êş û kula ku li dû xwe hişt, hê jî teze ye û birînan kew negirtiye.
Piştî bûyera trajîk, Alanê piçûk hersal 2yê îlonê li pozê Fenerê tê bibîranîn.
- Hunermenda cazê Karsu Donmez li wê qeraxê ye ku Alan lê mir
Hunermend û piyanîst Karsu Donmeza ku li Amsterdamê dijî û ji bo konseran li Tirkiyeyê ye jî çû pozê Fenerê ku Alan lê canê xwe da û her wiha bû sembola drama koçberên Sûriyeyî.
Donmezê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ji bo dê û bav, mirina ewlad, birîna herî xedar e, kula herî giran e.
Donmezê bal kişand ku mirina zarokan dilê wê zehf diêşîne û wiha dewam kir:
"Zarok ji bo tiştên beredayî dimirin ku yek ji van jî Alan e. Ez îro divê li vê qeraxê bûma. Bi min divê ev yek ji bo dinyayê bibe şîret. Lewra tu zarok vê yekê heq nakin. Dema min ew wêne dît, ez 2-3 rojan bi ser xwe da nehatim. Çend sal berê min li Amsterdamê li îstasyona trênê alîkariya zarokan kir. Zarokekî dişibiya Alan min dît. Min jê ra got 'Tu gelekî bisûd î'. Mixabin siûda Alan tunebû."