Fatma Sevinç Çetin
17 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2024
Bodruma navçeya Muglayê ku li Tirkiyeyê ji beldeyên tetîlê yên herî xweş yek e, ket nava fînalîstên Herî Başên Dinyayê yên 2025an: Cihên Neqandinê ya National Geographicê.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Çand û Turîzmê hat dayîn, National Geographica kovara seyahetê ya navdar fînalîstên "Best of the World 2025 Readers' Choice" (Herî Başên Dinyayê yên 2025an: Cihên Neqandinê) li ser hesabê Instagramê yê National Geographic Travelê ragihand ku 46,5 milyon şopînerên vî hesabî hene.
Di daxuyaniyê da hat gotin, di lîsteya "Herî Başên Dinyayê yên 2025an" da Bodrum jî cih digire û ji bo dengdayîna fînalê hat pêşkêşkirin.