12 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2015
MARDÎN
Li Dargeçita navçeya Mêrdînê piştî qedexeya derketina derva li dijî endamên PKKya rêxistina terorê operasyon hat kirin.
Li navçeyê ji bo rakirina barîkatan, girtina xendekan û îmhekirina dafikên teqemeniyê bi tevlîbûna polêsên hereketa taybet operasyoneke berfireh hat kirin.
Hêzên ewlehiyê ji bo sivîl zirarê nebînin operasyonê bi hesasî dimeşînin.
- Bi rokêtê êrîşî wesaîta polêsan kirin
Di çarçoveya operasyonê da endamên rêxistinê bi çekên lûledirêj û rokêtavêjan êrîşî polêsan dikin.
Li navçeyê endamên rêxistinê bi rokêtavêjê êrîşî wesaîta polêsan kirin û di êrîşa kes nemir û birîndar nebû.
- Êrîşa terorê ya li dijî mizgeftê
Li navçeyê di êrîşên endamên rêxistinê da Mizgefta Mezin a li taxa Safayê zirar dît.
Hat destnîşankirin ku operasyon dewam dike.
Walîtiya Mêrdînê ji ber bûyerên terorê do di saet 05.00an da qedexeya derketina derva îlan kiribû.