Çawişê Pispor ê piştî vegera bûyerên li Licê qewimîn bi qeza birîndar bû, şehid ket.
Li gor agahiyan çawişê pispor Ûgûr Înal (27) ji bo rakirina peykerê endamek rêxistina PKKê tevlî operasyonên ku li gundê Yolçatiya Licêya navçeya Diyarbekirê hat kirin bû. Înal, li fermandariya cendermeyan a li navçeyê bi qeza birîndar bû.
Înal bi balafirê anîn Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Dîcleyê û li vir ameliyet bû lê xilas nebû.
Hat ragihandin ku Ûgûr Înalê ku li Tarsûsê ji dayik bû, di Tabûra Taybet a Cendermeyan a Mêrdînê de wezîfedar bû û ji bo operasyonê hatibû Licê.