Lijneya ku ji nûnerên saziyên medyayê yên Rûsyayê pêk tê hat serdana Anadolu Agencyê (AA).
Rojnamevanên Rûsyayê di çarçoveya bernameya Midûriyeta Giştî ya Enformasyon û Weşan-Çapemeniyê û Kordînatoriya Diplomasiya Kamuyê da ku hewl didin têkiliyên ragihandin û medyayê ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê da pêşve bibin hatin Tirkiyeyê. Der barê xebatên AAyê û vizyona 2020an da agahî dan rojnamevanan.
Piştî pêşkêşiya li Maseya Edîtoran Rêvebirê Weşana Nûçeyên Navneteweyî ya AAyê Hasan Oymez der heqê vizyona AAyê gahî da rojnamevanan. Oymez destnîşan kir ku AA li gelek derên dinyayê pêş dikeve û li Rojhilata Navîn ajansên din li paş hişt. Oymez got ku ji ber ku AA vizyona xwe ya 2020an pêk tîne di demeke kurt da mezin bû.
Oymez destnîşan kir ku li AAyê weşana 8 zimanan tê kirin û bal kişand ser Akademiya Nûçeyan. Oymez got ku nûçegihanên şer piştî ku perwerde dibînin diçin herêmên ku şer lê heye.
Oymez destnîşan kir ku li Moskowayê bi du nûçegihan, kameramanek û nûçegihanekî fotoyê va rojeva Rûsyayê dişopînin.
Oymez pirsên rojnamevanên Rûsyayê yên der barê Sûriye, Iraq, Ukraynayê, rewşa nûçegihanên AAyê û rewşa AAyê da bersivand.