ANKARA
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku pêşî li ber înfazkirina îdama serokê Cimaeta Îslamî Ebdilqadir Molla bigire, telefonî Serokwezîrê Bangladeşê Şêx Hasîna kir.
Navenda Çapameniyê ya Serokwezîrtiyê daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku vê sibehê Serokwezîr Erdogan bi Serokwezîrê Bangladeşê Şêx Hasîna re bi telefonê axivî.
Hat diyarkirin ku di axaftinê de Erdogan destnîşan kiriye ku girîngiyê didin îstiqrar û hizûra Bangladeşê û Tirkiye û Bangladeş di dîrokê de tim di nav hevkariyê de bûne û gelê her du dewletan jî ji hev baş fehm dikin.
Li gor daxuyaniyê Serokwezîr Erdogan di axaftina xwe de destnîşan kiriye ku îdama Molla dê li Bangladeşê birînên nû veke û rê li ber pirsgirêkan veke.
Hat destnîşankirin ku Erdogan bi bîr xist ku Tirkiyeyê cezayê îdamê rakiriye. Îro pêwîstiya Bangladeşê ne bi pirsgirêkên nû û bi îstiqrar û pêşveçûyînê heye. Hat diyarkirin ku Erdogan ji Hasîna rica kiriye ku pêşiyê li ber înfazkirina îdama Molla bigire.