Zeynep Canlı
14 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2022
Wezareta Gihandin û Binesaziyê daxuyand Rêya Hawirdor ya Başûrê Rojava ya Diyarbekirê ya ku rêya Diyarbekirê ji 40 deqîqeyî dadixe 15 deqîqeyan û 4 kîlomêtro kin dike wê sibê bê vekirin.
Wezaretê daxuyand veberhênan bê navber dewam dikin, li çar aliyê Tirkiyeyê xebatên li şantiyeyan bi roj û şev didomîn.
Di daxuyaniyê da hat bibîrxistin di nav vê mehê da Metroya Pendîk-Sabîha Gokçenê, Rêya Ayvacik-Kuçukkuyuyê û tunelên Troya-Assosê jî hatin vekirin û Rêya Hawirdor ya Başûrê Rojava ya Diyarbekirê jî wê sibê bi beşdariya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Adîl Karaîsmaîloglu va bê vekirin.
Hat daxuyandin ev rê ji bo çûyîn û hatina Diyarbekirê hatiye çêkirin, hatin û çûyina ji aliyê Elezîz, Şanliurfa û Mêrdînê çêdibe û di nav bajêr da dibe sedema trafîka zêde bi vê rêyê va hatiye çareserkirin, ewlehiya trafîkê zêde bûye û rê li ber qezayan hatiye girtin.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Şaxa rêya hawirdor ya bajêr ya ku Diyarbekir-Şanliurfa û Diyarbekir-Mêrdînê bi hev va girê dide, bi vekirina Rêya Hawirdor ya Başûrê Rojavayê Diyarbekirê ya ku dirêjahiya wê 29,3 kîlomêtro ye va dirêjtir dibe. 13 kîlomêtro Rêya Hawirdor ya Başûrê Rojava bi Rêya Hawirdor ya Bakurê Rojavayê va tê girêdan ku dirêjahiya rêya hawirdor ya Diyarbekirê bi vî awayî dibe 42,3 kîlomêtro. Kesên ku wê vê rêyê bi kar bînin wê bikaribin bi rehetî herin û bên. Derbasbûna bajarê Diyarbekirê 4 kîlomêto kin bû rêwîtiya 40 deqîqe dajot dakete 15 deqîqeyan."