ÎZMÎR
Ji ber şer û pêvçûnên ku li Sûriyê hê jî dewam dikin, bi deh hezaran welatiyan berê xwe dan welatên biyanî. Sûriyeyî niha li xerîbiyê wek penaberan dijîn û halê wan, halê bêhalan e.
Fitbolîst Îbrahîm El Ehmedê ku li welatê xwe di lîga xortan de, di tîma El Jaîshê de dileyîst jî ji penaberan yek e. Ehmed jî wek bi deh hezaran penaberên Sûrîyî berê xwa daye Tirkiyê û niha li Îzmîrê rûdinê.
Ehmed li Sûriyê du caran di lîgê de bû şahê golan. Yanî wek fitbolîstê ku di demsalekê de herî zêde gol avêtine hatiye hilbijartin. Niha jî li Îzmîrê di loqenteyekê de garsoniyê dike û jiayana xwe wiha didomîne.
Ehmed di demsala 2006an û 2009an de, di Lîga Fitbolê ya Xortên Sûriyî de bû fitbolîstê ku herî zêde gol avêtine û ji bo Tîma Neteweyî ya Xortan a Sûriyê jî hat hilbijartin. Lê li welatê wî şer derket û ji ber vê jî Tîma Neteweyî ya Xortan a Sûriyê derneket tu pêşbirkan.
Fitbolîstê şahê golan li Sûriyê hatiye girtin û di girtigehan de maye. Mehekê berê çawa ku fersenda firarkirinê bi dest xistiye, ji Sûriyê reviyaye û xwe spartiye Tirkiyê.
Ehmed niha li Îzmîrê di loqenteyekê de garsoniyê dike û dixwaze li Tirkiyê, di tîmeke fitbolê de bilîze.