ŞANLIURFA
Şaredarê Agiriyê Sirri Sakik ji Murşîtpinara deriyê sînor a li Sirûcê derbasî Kobanêyê bû.
Sakik li pêşiya deriyê sînor daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku li welatê kurdan sûcê mirovahiyê tê kirin.
Sakik destnîşan kir ku li Sûriyeyê êrîşî kurdan dikin û wiha axivî:
"Li gor baweriya min divê êdî li Tirkiyeyê jî çek ji holê rabin. Divê ji bo pêvajoya muzakereyan bingeha qanûnî bê amadekirin. Ez niha li vê derê dibînim ku tirk û kurdan çawa ku di 1919an de yekîtî çêkirin divê niha li dijî çeteyan jî yekîtiyê çêkin. Tevgera azadiyê ya kurdan heta niha 'rêxistina teror bû lê belê niha tevgera wijdanan e.' Li Rojhilata navîn serê kîjan gelî biêşe û di tengasiyê de bimîne xwe dispêre tevgera azadiyê ya kurdan."
Sakik piştî daxuyaniyê bi heteya ku bi wî re bû re ji Murşîtpinara deriyê sînor derbasî Kobanêyê bû.