İbrahim Atmaca
23 Nîsan 2020•Rojanekirin: 24 Nîsan 2020
Ji bo100emîn salvegera vekirina Meclisê û 23yê Nîsanê Serweriya Neteweyî û Cejna Zarokan li ber Bîrdariya Ataturk a li Meclisê merasim hat kirin.
Serokê Meclisê Mustafa Şentop di merasimê da piştî ku çelenk danî ber Bîrdariya Ataturk, rêz hat girtin, Sirûda Îstiqlalê hat xwendin.
Îro 23yê Nîsanê Serweriya Neteweyî û Cejna Zarokan e
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk, Anitkabir ziyaret kir
Cîgirserokên Meclisê Celal Adan, Sureyya Sadî Bîlgîç û Levent Gok, endamên Dîwana Serokatiya Meclisê, parlamenter û personelên îdarî yên Meclisê beşdarî merasimê bûn.
Ji Wezîr Zehra Zumrut Selçukê peyama 23yê Nîsanê:
Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçukê got, "Ez 23yê Nîsanê Serweriya Neteweyî û Cejna Zarokan a zarokên me ku temînata siberoja me ne, pîroz dikim û têm çavê hemû zarokên me."
Wezîr Selçukê bi minasebeta 23yê Nîsanê Serweriya Neteweyî û Cejna Zarokan ji ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir.
Selçukê di peyama xwe da wiha got:
"Ez 23yê Nîsanê Serweriya Neteweyî û Cejna Zarokan a zarokên me ku temînata siberoja me ne, pîroz dikim û têm çavê hemû zarokên me. Ez sala 100emîn a damezirandina Meclisa me ku tecelîgaha îradeya neteweyî ye, pîroz dikim. Serwerî bêşert û merc ya milet e."
Ji Alîkarê Serokomar Fuat Oktay parvekirina 23yê Nîsanê:
Alîkarê Serokomar Fuat Oktay di peyama xwe ku bi minasebeta 23yê Nîsanê Serweriya Neteweyî û Cejna Zarokan weşand da wiha got, "Zarokên xoşewîst, em vê cejnê dernakevin derva, em coş û kêfxweşiya xwe ya sala 100emîn li mal derbas dikin. Bimînin di xweşiyê da bimînin di malê da."
Oktay di parvekirina li ser hesabê xwe yê Twitterê da diyar kir ku ew sala 100emîn a damezirandina Meclisê û 23yê Nîsanê Serweriya Neteweyî û Cejna Zarokan bi hestên herî jidil pîroz dike.
Oktay, Xazî Mustafa Kemal Ataturk di serî da hemû qehremanên ku di Têkoşîna Neteweyî û damezirandina Meclisê da xwedî ked in, bi minet û sipasî bi bîr anî û wiha got, "Zarokên xoşewîst, em vê cejnê dernakevin derva, em coş û kêfxweşiya xwe ya sala 100emîn li mal derbas dikin. Bimînin di xweşiyê da bimînin di malê da."