Baroya Bedlîsê û Şaxa Bedlîsê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo salvegera bûyera Roboskiyê ku li Uludereya navçeya Şirnexê qewimî û 34 kes mirin, daxuyaniya çapemeniyê ya hevbeş dan.
Daxuyanî li ber avahiya edliyeyê hat dayîn. Serokê Baroya Bedlîsê Enîs Gul daxuyaniya çapemeniyê xwend û destnîşan kir ku ji bo bûyerên di dîroka nêz a Tirkiyeyê da qewimîn bên zelalkirin, divê "Komisyona Lêkolînkirina Heqîqetan" were avakirin û wiha dewam kir: "Li gundê Roboskiyê 19 jê zarok 34 însanên mesûm bi bombeyan hatin qetilkirin. Encama qetlîama Roboskiyê jî wek qetlîamên din bû. Di dîroka Komarê da hemû qetlîam nehatine lêkolînkirin û kesên ku bûne sedema qetlîaman hatine parastin. Piştî qetlîama Roboskiyê jî çapemenî bêdeng ma. Hin saziyên çapemeniyê peywira xwe pêk neanîn û bûn perçeyekî sûcê mirovahiyê."
Gul destnîşan kir ku ji ser bûyerê 3 sal derbas bû, lê hê berpirsiyarên bûyerê nehatine dîtin û got ku hikûmetê di zelalkirina bûyerê da wezîfeya xwe pêk neanî û wiha dewam kir: "Divê ji bo qetlîamê lêpirsîneke berfireh dest pê bike û berpirsiyarên bûyerê derkevên meydanê û bên cezakirin. Ji bo bûyerên di dîroka nêz a Tirkiyeyê da qewimîn bên zelalkirin, divê "Komisyona Lêkolînkirina Heqîqetan" were avakirin."
Parêzerên baroyê û endamên ÎHDyê jî beşdarî daxuyaniyê bûn.