Zarokên ji Sûriyeyê yên ku li Islahiyeya navçeya Entabê bi malbatên xwe ra di konbajaran da dijîn li hêviyê ne vegerin welatê xwe û ji sala 2015an hêvî dikin ku bira bibe "sala aştiyê".
Hin penaberên ku ji ber şerê li Sûriyeyê revîn û xwe sipartin Tirkiyeyê li konbajarên AFADê yên li Islahiyeyê dimînin. Li konbajarên Islahiyeyê piraneya wan jin û zar bi tevahî 12 hezar kes dijîn. Bi qasî 8 hezar penaber jî di xaniyên ku kirê kirine da dijîn.
Li konbajaran hemû hewcedariyên penaberan tên ditîn, zarok tên perwerdekirin. Penaber bîra welatê xwe dikin û hevî dikin ku di demeke kurt da bigihêjin eqrebeyên xwe.
Li xwendingeha ku 24 polên wê hene 2 hezar û 500 zar perwerdeyê dibînin, zarok ji rewşa xwe razî ne, lê belê li hêviyê ne vegerin welatê xwe û ji sala 2015an hêvî dikin ku bira bibe "sala aştiyê".
Ebû Seyîd Yûsifê ku di pola 6an da dixwîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku 3 sal berê bi 11 endamên malba xwe ra ji Îdlibê hatin û xwe sipartine Tirkiyeyê.
Yûsif destnîşan kir ku ji sala 2015an hêviya wî ew e ku tu kes negrî û wiha axivî: "Bira şer biqede, her kes vegere mala xwe. Bira tu kes di konbajaran da nemîne, hesreta welêt ji holê rabe. Ez dixwazim ku di sala 2015an da vegerim mala xwe. Ez ji vê derê jî razî me lê belê kêfxweşiya herî mezin ew e ku ez vegerim mala xwe."