Serokwezîr Erdogan li Denizliyê beşdarî bernameya fitarê ya ku Şaredariya Bajarê Mezin li Seyrangeha Adliyeyê da bû û bi gel re fitara xwe vekir.
Erdogan li vir axivî û ji bo hilbijartina 30ê adarê ji gelê Denizliyê re spas kir û got ku em ê layîqê pêbaweriya we bin.
"Îro wezareta têkildar tesbît ji min re anîn"
Erdogan got ku "Îro tiştekî balkêş e, têlefona bikrîpto, weke ku hûn dizanin têlefona bikrîpto xetên taybet in û dema ku min got ev têlefon tên guhdarkirin, hin kesan ji min bawer nedikir" û wiha dewam kir:
"Hemd ji Xwedê re, min gotibû ku em ê bikevin qulên wan, îro wezareta ku mijarê dişopîne tesbît ji min re anîn, çawa guhdar kirine, kê guhdar kirine, weke ku min got ji serokomariyê bigre heta Dadgeha Makezagonê, Hêzên Çekdar ên Tirk, wezaret... Hemû wezîrên me yek û yek hatine guhdarkirin. Wan bi van guhdarkirinan kasetên şantajê amade kirin. Ev tehdîta ewlehiya neteweyî ye. Ez her car dibêjim, dema ku ez bibim seokomar jî ez ê peyê vê mijarê bernedim. Heta mirinê be jî ez ê têkoşînê bidim. Lewra mafê tu kesî tuneye ku yekîtiya vî gelî xerab bike. Heke ku hûn vî gelî hez dikin, hûn welatparêz in, çi karê we li Pensîlvanyayê heye. Ne hewce ye ku hûn li wê derê bikevin înziwayê. Were Stenbolê, were Bursayê, were Hacibayramê Welî bikeve înziwayê. Heke ku tu welatparêz bî were welatê xwe. Tu sûcê te tunebe were welatê xwe. Tu çima nayêyî vir, tu çima li Pensilvanyayê dimînî? Qey tu li wan deran hêviya alîkariyê yî?"