Banga çekdanînê ya ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de ji bo PKKyê hat kirin li Herêma Behra Reş ji aliyê saziyên civaka sivîl û hawirdorên kardêran baş hat dîtin.
Serokê Yekîtiya Odeyên Senaetkar û Esnafên Samsûnê Eyup Guler ji peyamnerê AAyê re diyar kir gavên ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de tên avêtin ew erênî dibînin û wiha berdewam kir: "Em piştgiriya banga danîna çekan dikin. Aştî; aramî, kar, nan û hêvî ye. Em di wê baweriyê de ne ku banga çekdanînê ne tenê ji bo Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê herwisa ji bo hemû Tirkiyeyê wê encamên xwe yên erênî hebin."
Serokê 19ê Mayisê Civata Rojnamegerên Samsûnê Îsmaîl Temîz jî li herêma ku pirsgirêka şidetê heye, di nava xelkê de kêşe tuneye, lêbelê hin welatên ku bazirganiya çekan dikin û dixwazin kaos çêbe û di encamê de alozî derkeve, dixwazin ku şidet dewam bike.
Temîz bal kişand ku neynûk ji goşt nayê cudakirin û wiha dewam kir: "Ji ber ku Tirkiye li vê erdnîgariyê ye kurd, çerkez û laz dibin bingeheke mîna mozaîqê. Ji têkeliya van welat derdikeve holê. Mirovên li wê herêmê ne dijminê me ne, doza me ya xwînê bi wan re tuneye. Helbet dema ku çek bêdeng bûn dê însanê wê herêmê bi ser kevin."
- Rîze
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya (OBP) Rîzeyê Azîz Karamehmetoglu jî destnîşan kir ku Tirkiyeyê di nava van salan de gelek bedel dan û wiha pê de çû: "30 hezar însanê me şehît ket û 70 hezar jî seqet ma. Wekî welat ji hêla madî û menewî me pir bedel da. Êdî em bi kêfxweşî dibînin ku li vê erdnîgariyê di bin şaxeke hevpar de encamek hasil dibe. Em jî piştgiriya vê pêvajoyê dikin."
Karamehmetoglu diyar kir ku ew wekî rîzeyiyan ji plankirina çêkirina tunela Ovîtê vir ve piştgiriyê didin pêvajoyê û wiha xeberda:
"Me navê tunela Ovîtê kir 'Rêya Hezkirinê ya Rîze û Mêrdînê'. Di şert û mercên wan rojan de ev xebat rêlêvekirineke mezin bû. Ji encama anketên ku me kirin hat fêmkirin ku wekî Rîze û rîzeyiyan em 97 ji sedî herêmê nas nakin. Pêdiviya wan bi behra me û ya me jî bi destên wan heye. Em lawê heman welatî ne."
Serokê Şaxa Rîzeyê yê Komeleya Karsaz û Pîşesazên Musteqîl Mahmût Dabak jî wiha axivî: "Ji dîrok û rabirdûyê nirxên me yên hevpar hene. Di serî de jî aştî, tehemul û rêzgirtin e. Heke şûna aştiyê şer, şûna tehemulê serhildan û şûna rêzgirtinê em bedbîniyê tercih bikin wê çaxê herdu alî jî dê jê zirarê bibînin. Di rêya avakirina aştiyê de divê em bi gavên lez bibezin."
- Ordû
Serokê OBPya Ordûyê Servet Şahîn jî got ku xwezî çek ker bibin û aştî were û wiha domand: "Êdî em naxwazin ku xwîn birêje. Bêwijdanî ye ku meriv li dijî aştiyê bisekine. Em heta dawiyê piştgiriyê didin û hevdîtinan jî erênî dibînin."
Serokê Odeya Ziraeta Altinordûyê Ugur Corut jî got ew ê gelek kêfxweş bin ku çek bên danîn û wiha pê de çû: "Pêdiviya Tirkiyeyê bi aştî û aramiyê heye. Bira êdî xwîn nerije û cinazeyên şehîdan neyê. Bila li welatê me hizûr hebe. Divê êdî herdu gel ji hevdu fêm bike û bi hev ve bipêje."
Serokê Odeyên Esnafên Ordûyê Aydin Bostanci jî wiha xeberda: "Çekdanîna PKKyê bûyereke wisa ye ku me gelekî bîrê kiriye. Encamdana bixêr a van hevdîtinan ji bo Tirkiyeyê pêşveçûneke baş e. Ji vir şûnde êdî em naxwazin girya dayikan bibînin."
- Gîresûn
Serokê Lijneya Rêvebirina Yekîtiya Koperatîfên Firotin, Çandinî û Findiqan (FÎSKOBÎRLÎK) Lutfî Bayraktar jî der barê banga çekdanînê ya ji bo PKKyê wiha peyivî: "Avakirina rêvebirineke ku tê de wê hemû însanên vî welatî bi biratî bijîn gelekî gîrîng e."
Bayraktar bal kişand ku ew erênî li mijarê dinêrin û wiha pê de çû:
"Mêla me li ser aştiyê ye. Divê a niha em ji bîr nekin ku di nava van 30 salan de gelek însanan canê xwe ji dest da. Ji ber vê divê ev mesele bi vê hisiyatê ve were dîtin. Armanca herî dawîn divê ew be ku rêvebirineke ku tê de wê hemû însanên vî welatî bi biratî bijîn were avakirin."